HSDê bi fermî kontrolkirina Reqayê ragihand

HSD presskonferansek derbarê azadiya Reqayê de lidar xist
کوردستان TV
100%

 

 

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku tevahiya bajarê Reqayê ji DIŞIê hatiye paqijkirin. HSDê eşkere kir, ku ew dê rêveberiya Reqayê radestî Melcîsa Sivîl a Reqayê bikin.

Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand bajarê Reqayê bi temamî ji destê terîstên DIŞIê hatiye derxistin.

Berdevkê Fermî yê HSDê Telal Silo di daxuyaniyê de eşkere kir paytexta DIŞIê bajarê Reqa ya Sûriyê hatiye rizgarkirin û got: “Em vê serkeftina dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybet malbatên qurbaniyên terorê dikin.”

Silo da zanîn, ku di şer de 655 şervanên wan şehîd bûne 450 hezar welatiyên sivîl ên Reqayê dhatine rizgarkirin.

Selal Tilo diyar kir, ku ew dê rêveberiya bajarê Reqa û gundên wê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. Herwiha bang li dewlet, hêz û rêxistinên mirovî û navdewletî kir, ku di jinûve avakirina bajar de cih bigirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.