Pêşkeşvanek xwe bo Serokatiya Rûsyayê kandîd kir

Jinek xwe bo Serokatiya Rûsyayê kandîd dike
کوردستان TV
100%

 

Pêşkêşvana navdar Sobçak, endamtiya xwe ya ji bo serokatiya Rûsya ragihand

Pêşkêşvana navdar a televizyonê û Kseniya Sobçak ku keça Anatoliy Sobçak ê şaredarê ewil yê hilbijartî yê St. Petersbûrga Rûsyayê ye, aşkera kir ku dê di hilbijartinên 2018an de dê bibe endama serokatiya Rûsyayê.

Idîayên ku ji meha Îlonê ve digotin dê pêşkeşvan Kseniya Sobçak di hilbijartinên 201an de bibe endam rast derketin. Sobçak di malpera înternetê a ku ji bo xebatên hilbijartinê hatiye amade kirin de daxuyaniya xwe ragihand. Di daxuyaniya malperê de weha dinivîse: "Ez Kseniya Sobçak. Endamtiya xwe ji bo serokatiya Rûsyayê diyar dikim." Sobçak di vîdeoya ku amade kiriye de jî dibê ew "endameke li hember herkesî ye" û dengan dixwaze.

Sobçak ji bı endamtiya xwe ragihîne ji rojnameya Vedomostî re nameyek şand û tê de bang li hemû hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan. Sobçak got ez hêvî dikim pereyên akmpanyaya xwe ji dewlemendên Rusyayê bidest bixim.

Berdevkê Kremlînê Peskov, di daxuyaniya xwe ya ku ji televizyona Dojd re ragihandibû aşkere kir ku Sobçak hemû şert û mercên ji bo endamtiyê cî bi cî dike. Peskov herwiha diyar kir ku, sobçak her çi qasî xwende, xwedî qebîliyet û ji bo sîyasetê bi xwestek jî be, ji ber ku ezmûna rojnamegeriyê ji ya siyasetê gelekî cudatire, divê Sobçak ji sifrê dest pê bike.

Di vê maweyê de şîrketa alêkolînê ya rûsî Levada Center roja duşembê derbarê siyasetmedarên jin de, ji bo hilbijartinên 2018an ankete amadekir. Ji % 6ên beşdaran diyar kirin ku Serokê Konseya Federasyona Rûsya Valentîna Matviyenko dikare bibe endam. Ji % 1î jî got siyasetmedar Irîna Hakamad dikare bibe endam. Ji beşdaran tenê ji % 0.4an jî gotin Sobçak û parlamentera Dûmayê Natalya Poklonskaya dikarin bibin endam.

SOBÇAK KÎ YE?

Pêşkêşvana televizyonê ye. Keça şaredarê ewil yê hilbijartî yê St. Petersbûrgê Anatoliy Sobçak û Endama Konseya Federasyona Rûsya Lyudmila Narusovaya. Sobçak endama Konseya Koordînasyona Muxalefeta Rûsyayê bû ku di navbera 2012-2013an de demeke kurt berdewam kiribû.

Sputnîk

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.