Tirkiye û Îranê li hev kirin

ev her du welat vê kar bi dolar nekin
کوردستان TV
100%

 

Hat ragihandin ku Benqeyên Navendî yên Tirkiye û Îranê li hev kirine ku bazirganiya di navbera her dû welatan de bi pereyên van were kirin.

Daxuyaniya derbarê mijarê de ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim û cîgirê yekemîn yê serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî ve li Qesra Çankaya di civîne hevpar de hate aşkere kirin.

Di civîna hevpar ya li Qesra Çankayayê de Cîhangirî got: "Karên bazirganiyê yên di navbera Iran û Tirkiyê de wê bi pereyên neteweyî yên her du welatan pêk were. Me di vê mijarê de li hev kir." Yildirim jî axifi û weha got: "Benqeyên navendî yên Tirkiye û Îranê di mijara ku her du welayan bazirganiya xwe bi pereyên xwê yên neteweyî bikin li hev kirine. Di rojên li pêş me de benqeyên din jî di vê mijarê de dê werin agahdar kirin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.