Desteya Mafê Mirov: Heşdî Şeibî tewana dijî mirovahiyê li dijî gelê Kurdistanê pêktîne

heşda şebî mafên mirovan binpê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Desteya Mafê Mirov: Heşdî Şeibî tewana dijî mirovahiyê li dijî gelê Kurdistanê pêktîne.

Desteya serbixwe ya mafê mirov li Kurdistanê ragehand, milîsên Heşdî Şeibî tewana şer li dijî gelê Kurdistanê pêktîne.

Daxuyanî waha ye:

Desteya serbixwe ya mafê mirov tewanên Heşdî Şeibî yên li hember hemwelatiyên Kerkûk û Dûzxurmatû şermizar dike û wek tewanê şer pênase dike.

Mixabin piştî bûyerên 16.10.2017ê li Kerkûk û Dûzxurmatû û cîhên din pêkhatin û bi taybet berî wan bûyeran jî Heşdî Şeibî bi dehan binpêkirin li hember hemwelatiyên wan navçeyan pêkanîne ku ji ber ne şîe û netewa wan cuda bûye. Ew tewanên hêzên Heşdî şeibî di demekê de ye ku ew hêz di lîsteya şermê ya Netewên Yekbûyî de ye, beşek ji wan tewanan jî bi alîkaria hêzên artêşa Iraqê û bi taybet li berçavê hêzên ewlehiya Iraqê dikin. Beşek ji wan tewanan jî dikeve çarçoveya tewanên şer. Ev yek jî bûye sedem ku bi sedan hemwelatî koçber û derbeder bibin û ji ax û mala xwe dûr bikevin û li Kerkûk û Dûzxurmatû û çend navçeyek din jî berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê.

Mixabin em wek Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov, li gel şermizariya wan tewan û binpê kirina ji aliyê Heşdî Şeibî ve li hember hemwelatiyên sivîl û bi taybet jin û zarokan hatiye kirin dikin, heman demê de nîgeraniya xwe radigehînin li hember bê dengî û çavgirtina hikûmeta Iraqê û lijneya mafê mirov a encûmena nûneran a li hember asta bilind a tewanan bê helwêstbûn û bê dengiya komîsyona mafê mirov a Iraqê jî em ecêb hiştine û heta îro jî ti pêdaçûn û helwêstek nebûye û heta bi peyamekê ve jî ev bûyer şermizar nekirine. Ji ber vê jî pêwîste di demek kurt de rê ji wan hêzan re neyê dayîn ku ew bûyer berdewam nekin û kuştin û talan kirina mal û milkên hemwelatiyan ên li wan navçeyane û bi taybet jî li bajarê Kerkûk û Dûzxurmatû ew êrîş bên rawestandin. Em daxwazê li civaka navnetewî dikin, bi cîdî bên ser xet û welatên dost û cîhan bi giştî tenê temaşevan nebin.

Herwaha em pêwîst dibînin spasî û pêzanîna xwe arastey gelê dilsoz û mirov dostên bajarê Hewlêr û Silêmanî û Germiyan bikin, bo wan hewarçûna wan û pêşwazî li xwîşk û birayên xwe kirin. Herwaha spasiya daîre û saziyên ewlehiî û xizmetê dikin ku hemû bi hewra alîkar bûn bo dabîn kirina cîh û pêdivî û xwarin û xizmetkarî bo koçberan kirin. Bi vî karî ve hinekê ew êşa xelkê kêmkirin dîrokek pir serbilindî tomar kirin.

Li gel rêz

Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov / Herêma Kurdistanê

19.10.2017

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.