Li Amerîka êrîşa çekdarî pêk hat û kuştî hene

li Amerîkayê 3 kes hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

 

Li navendeke kar ya li parêzgeha Maryland ya Amerîka de êrîşeke çekdarî pêk hat.

Ji Ofîsa berbirsê polîsê bajarê Harford ya parêzgeha Maryland ku dikeve bakûrê rojhilatê Amerîka yê derbarê êrîşê de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin ku di êrîşê de 5 kesên di heman fîrmayê de kar dikirin gule li wan ketiye, di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên birîndar jî ji bo nexwaşxaneyê hatin rakirin.

Polîs da diyar kirin ku ew li bersûçê ku êrîşî firmaya bi navê” Emmorton Business Park” ya li herêma Edgewood de kirine digerin.

Herwaha hat diyar kirin di heman herêmê de ji ber bûyerê deriyê hindek dibistan û fîrmayan girtin û ji bo ti serdanan jî destur nayê dayîn.

Tê bendewarî kirin ku di demjimêrên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyên bi hûrgîlî bên dayîn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.