Heşda şebî û artêşa Îraqê gohê nedan pêşmerge û poşman bûn

pêşmerge artêşa Îraq û heşda şebî poşman kir
کوردستان TV
100%

 

Şeva derbasbûyî hêzên pêşmerge 10 seat dem dabûn heşda şebî û artêşa Îraqê.

Şeva derbasbûyî beriya bordiman kirina bingeha leşkerî ya K1ê ya li Kerkûkê, hêzên pêşmerge ji heşda şebî û artêşa Îraqê re 10 seat dem diyar  kiribûn daku vekêşin jiber ku pêşmerge naxwaze şer bike.

Lê ev dem bidawî hat û heşda şebî û artêşa Îraqê venekêşan lê niha poşman bûne jiber ku ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û tîmên partîzanî di nava navenda bajarê Kerkûkê de dest bi teqandina tirimbîlên wan kirin.

Ji aliyeke din ve jî hêzên pêşmerge di seat 8 û 20 deqîqeyên sibêha îro li devera Pirdê û sê aliyên din yên Kerkûkê ve ber bi navenda bajarê de dest bi pêşerwiyê kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.