Li Kurdistanê tirşika heşda şebî hat derxistin

dagîrkerên heşda şebî siwar hatin bipiyan çûn
کوردستان TV
100%

 

Li Kerkûk, Mexmûr û Şingalê bi dehan dagîrkerên heşda şebî hatin kuûştin.

Îşev piştî ku Kurdistan dem ji Ebadî re danîbû bo ku hêzên xwe yên dagîrker ji bajarên Kurdistanê vekêşe, Ebadî ev yek pêk neanî lewre Kurd lê hatin xezebê û tirşika dagîrkeran derxistin.

Li Mexmûrê di encama bordiman û topbaran kirina cêyên dagîrkeran herî kêm 45 endamên heşda şebî hatin kuştin, zêdetir ji 70 dagîrker xwe radestî hêzên pêşmerge kirin, pêşmerge dest danî ser çekên wan.

Li Şingalê jî herwiha di encama bordiman û topbaranê de 15 tirimbîlên heşda şebî hatin şewtandin û dagîrker çekên xwe danîn û dest bi revê kirin.

Herwiha li Kerkûkê jî balefir bi tundî bordimana cêyên heşda şebî kirin, her çend heta niha derbarê kuştiyên wan de ti agehî nehatine lêbelê tê gotin ku 5 cêyên ku têde dagîrkerên heşda şebî bicîh bibûn hatine wêrankirin.

Kurd li dagîrkeran hate xezebê û vê di demeke kêm de heta xala sifir  ya sînorên Kurdistanê dagîrker werin qewtandin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.