CEK: Ti metirsiyek li ser Kerkûkê tuneye

ti hêzek ber bi Hewlêrê ve birê neketiye û pêşmerge di amadebaşiyê deye
کوردستان TV
100%

 

Civata ewlekariya Kurdistanê dibêje ti metirsî û gefek li ser Hewlêrê tuneye.

Civata ewlekariya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand ku ev demeke ku çend aliyên mîdiyayî bi taybetî mîdiyaya sosiyal hin nûçe û zaniyariyên şaş belav dikin û behsa vê yekê dikin ku qaşo metrisî li ser Hewlêrê heye, ev nûçe û zaniyariyên han ti rastiyeke wan nîne û em dizanin kîne ku ew tiştên han diweşînin û mebesta wan jî ji wan karan çiye. Ew kesin ku ev tiştên han diweşînin kar bo tabûra pêncem dikin û dixwazin rewşek çê bikin ku şermezariyên xwe pê veşêrin.

Em weke civata ewlekariya Kurdistanê ji xelkê Hewlêrê re dibijin ku ti metirsiyek li ser Hewlêrê tuneye û ti hêzek ber bi Hewlêrê ve birê neketiye û hêzên pêşmerge jî di nava amadebaşiyê dene û hewlên dîplomatîkî jî bo çareser kirina aloziyên heyî berdewamin û di vê çarçoveyê de jî pêngavên gelek baş hatine avêtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.