Li hember Hunermendekî Kurd doz hate vekirin

hunermendekî Kurd tê tawanbarkirin
کوردستان TV
100%

 

Dadgeha Tirkiyeyê bi tawana propagende kirina bo terorê doz li Hunermendekî Kurd vekir.

Serdozgeriya Stenbolê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistineka terorî” doz li Ferhat Tûnçî vekir.

Serdozgeriya Stenbolê diyar kir ku hûnermendê Ferhat Tûnç bi parvekirinên li Twitterê ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK), Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinan(YPJ) proganda kiriye û doz li wî vekir.

Ferhat Tûnç dê di 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê de li Dadgeha Stenbolê ya li Caglayanê siet 9.00ê bê dadkirin.

Li gor lêpirsînnameyê hûnermendî “digel parvekirina wêneyan pesnê endamên rêxistinên terorî” daye.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.