Heşdê şebî dest bi talan kirina mal û milkên Tirkmanan kir

heşda şebî dest bi talan kirina mal û milkên Tirkmanan kir
کوردستان TV
100%

 

Li Kerkûkê heşda şebî dest bi talan kirina mal û milkên Tirkmanên Kerkûkê kir.

Îro dagîrkerên heşda şebî piştî talan kirina mal û milkên welatiyên Kurd li Kerkûkê, dest bi êrîş kirine ser welatiyên Tirkman jî kirin.

Li gor zaniyariyên ku ji şêniyên Kerkûkê destê me ketine, piştî nîvroya îro dagîrkerên heşda şebî li bajarê Kerkûkê êrîşî ser baregeh û navendên part û aliyên siyasî yên Tirkmanî kirine û dest danîne ser tiştên nava wan baregeh û navendan.

Herwiha dagîrkerên heşda şebî êrîşî ser malên welatiyên Tirkman jî kirine û malên welatiyên Tirkman jî talan kirine.

Piştî vê bûyerê Tirkmanên Kerkûkê hevara xwe bo hêzên Kurdî û bajarên Kurdî anîn û daxwaza hevkariyê ji aliyê Kurdî dikin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.