Tişta li Kerkûkê diqewme destwerdana Îranê ye

Eyad Elawî: Vê Îran bo xwe zirarê bike
کوردستان TV
100%

 

Eyad Elawî dibêje bûyerên li Kerkûkê plan û bernameya Îranê ye.

Cîgirê Serokkomarê Îraqê Eyad Elawî diyar kir ku destwerdana Îranê di nava karûbarên Kurdistanê de şaştiyeke mezine ku encama vê jî vê derbên dijwar bin bo Îranê.

Elawî herwiha diyar kir ku ew bûyerên ku li Kerkûkê qewmîne destwerdana Îranê ye û Îran bi vê yekê jî li ser asta cîhanî xwe gelek tengav kiriye.

Elawî herwiha anî ziman ku Serok Mesûd Barzanî jiber ku dizanî li Îraqê fedralîzim û hevparî nayê cîhbicîh kirin û Îraq mafên Kurdan nade, dest bi lidar xistina referandumê kir.

Elawî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Korê mam Celal, Qubad Talebanî telefûn bo min kir û ji me re got: Îran bi rêya Qasim Silêmanî gelek zextan li me dike û daxwaz ji me dike daku em ji Barzanî cuda bibin û li deverê de du îdareyî awa bikin. Lê me jê re gotiye em bi ti awayî jihev cuda nabin û biryarên me vê hevbeş bin  û di şer û aştî de jî em li gel Barzanî de bin.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.