Li Şirnexê di kana komirê ya taybet de hezaz pêk hat û di encamê de 6 karker can da, yek jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Herwiha xebata xilaskirina karkerekî jî dewam dike.
Serokê Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku tîmên xilaskirnê li herêmê xebat dan destpêkirin.
Hate diyarkirin ku 7 karker ji bin hezazê birîndar hatine derxistin û 6ê wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Dermankirina karkerekî birîndar jî dewam dike. Xebatên rizgarkirina karkerê ku di bin hezazê de maye jî dewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin