Mustafa Ozçelîk: Ji bilî ragihandina serxwebûna riyek din nema ye

Serokê PAKê dibêje lazime serxwebûn were ragihandin
کوردستان TV
100%

 

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê êrîşa milîşeyên heşdî şabî yên ser bi Îranê bi tûndî şermezar dikin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk ji Kurdistan24ê axivî amaje kir ku bi vê êrîşê, ji bo kurdan ti rêyek ji bilî ragihandina serxwebûna Kurdistanê nema ye. Herwiha Ozçelîk amaje bi wê çendê jî kir ku serxwebûn tenya bijarde ye li hember Kurdistanê.

 Piştî encamdana referanduma serxwebûnê milîşeyên Haşdî Şabî ku serperiştiya wan Fermandarê Spayê Pasdaranê Îranê Qasim Silêmanî dike hêzên xwe ber bi Kerkûkê anîn. Heriwha bi hevalbendiya hinek fermandaran Pêşmerge Haşdî Şabî di 16ê mehê derbasî nav Kerkûkê bû bajarê kurdan dagir kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.