Li Xurmatûyê malên Kurdan tên şewtandin

heşda şebî dest bi kiriyarên xwe li dijî welatiyên Kurd kir
کوردستان TV
100%

 

Terorîstên heşda şebî li Xurmatûyê malên welatiyên Kurd dişewtînin.

Piştî ku terorîstên heşda şebî û artêşa Îraqê bi planeke qirêj derbasî nava hin deverên Kurdistanî bûn, vê carê dest bi talan kirin û şewtandina malên welatiyên Kurd kirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Xurmatûyê, terorîstên heşda şebî û artêşa Îraqê malên welatiyên Kurd yek bi yek destnîşan dikin û pişt re jî êrîşî ser wan malan dikin, wan malan talan dikin û pişt re jî agir bera wan didin.

Herwiha dikanên welatiyên Kurd yên li Xurmatûyê jî li pey hev rastî dizîn û talan kirinê tên û pişt re jî tên şewtandin.

Ji aliyeke din ve jî terorîstên heşda şebî bînaya navenda PDKê ya li Xurmatûyî jî teqandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.