Reqa bi temamî ji destê terorîstan hate rizgarkirin.
Berdevkê hêzên Sûryeya demokratîk (HSD) ya bi piştgiriya Amerîka, Telal Silo ragihand ku operasyona rizgarkirina Reqa bi serketî dawî hatiye û ewê di demeke kin de bi fermî azadbûna bajêr ragihînin.
Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ji ragihand ku şervanên HSDê, bi hêzeke mezin avêtin ser stadyuma bajêr, ku DAIŞ’ê wek bingeh bi kar tîna û ew ji destê DIŞIê standin.
SOHRê da zanîn ku şervanên HSDê dû re nexweşxana bajêr, ku ew jî biryargeha wê rêxistinê bû, ji destê DIŞIê rizgar kir.
Operasyona rizgarkirina Reqa di meha Hezîranê de destpê kiribû û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî dida operasyonên HSDê.
Reqa navenda xîlafeta DIŞIê bû û gelek êrîşên li dervayê Sûrîyê li wê derê dihatin plan kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin