Yekîtiya Ewrûpa bo Kerkûkê banga diyalogê dike

YEê li gel Îraqê behsa diyalogê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Federica Mogherini bo Ebadî: Tundûtîjiyan rawestîne.

Yekîtiya Ewrûpa (YE) derbarê şerê li Kerkûkê yê di navbera hêzên Îraqî û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de bang li her du aliyan kir ku tundûtûjiyê rawestînin û dest bi diyalogê bikin.

Berpirsa Polîtîkayên Derve ya YE Federica Mogherini diyar kir ku duhê duşemê li ser telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî re axifiye û ji wî xwestiye ku tundûtûjiyê rawestînin.

Mogherini herwiha da zanîn ku YE bo Îraqê, amadekarîya avakirina mîsyoneke ewlekarî ya sîvîl dike.

Mogherini diyar kir ku dê ew misyon di aliyê sîvîl ya stratejiya ewlekarî ya neteweyî ya Îraqê de alîkariya berpirsên wî welatî bike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.