14 milîs hatin kuştin û 7 tirimbîl jî hatin teqandin

herî kêm 14 milîsên heşda şebî hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

Hêzên pêşmerge li Başûrê Kerkûkê jî derbeke dijwar li Heşda şebî dan.

Hevdem li gel êrîşên heşda şebî li Xurmatoyê, ew milîsên han bi hevkariya artêşa Îraqê li taxa pîşesazî ya li Başûrê Kerkûkê jî dest bi êrîşeke din ya berfire kirin û dixwestên bikevin nava bajarê Kerkûkê.

Lê hêzên pêşmerge bilez û bi dijwarî bersifa wan êrîşên han dan û plana wan pûç kir û êrîş jî vala derxist.

Di encam de herî kêm 14 milîsên heşda şebî hatin kuştin û 7 tirimbîlên wan yên leşkerî jî hatin teqandin û leşên kuştiyan hîn jî di destê hêzên pêşmerge dene.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.