Milîsên heşda şebî dixwestin çek û cebelxane bibin lê rê bi wan nehat dayîn.
Hêzên Pêşmerge nehîştin milîsên heşda şebî tirimbêlên leşkerî û çek û cebelxane navçeya Tazexurmatûyê ya ser bi Kerkûkê bikin.
Qasekî beriya niha hêzên Pêşmerge pêşiya çend kamyonên Heşda Şebî girtin ku dixwastin tirimbêlên leşkerî û çek û cebelxane derbasî nav navçeya Tazexurmatû ya Kerkûkê bikin û ew neçar kirin vegerin.
Herwiha hat gotin ku milîsên heşda şebî avahiyeke xwe li navçeya Tazexurmatû vala kirine û ew avahî ketiye destê Pêşmerge.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin