Berpirsekî Îranî raste rast fermandariya heşda şebî dike

Qasim Silêmanî bi her awayî dijatiya Kurd û Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

 

Fermandarekî hêzên pêşmerge dibêje berpirsekî Îranî raste rast fermandariya êrîşên milîsên heşda şebî bo ser Kerkûkê dike.

Fermandarê hêzên pêşmerge yên partiya azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpenah diyar kir ku fermandarê leşkerî yê Îranî yê bi navê Qasim Silêmanî bi awayekî raste rast fermandariya êrîşên milîsên heşda şebî bo ser Kerkûkê dike.

Husên Yezdanpenah herwiha diyar kir ku plana êrîşên bo ser Kerkûkê ji aliyê Qasim Silêmanî ve hatiye amadekirin û ew bo xwe raste rast fermandariya wan êrîşan jî dike.

Yezdanpenah diyar kiriye ku Qasim Silêmanî diminatiya gelê Kurdistanê dike û dixwaze Kerkûk dagîr bike daku Îran dest deyînê ser petrola wan deveran.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.