HSDê dest bi êrîşên xwe yên dawî kir

xelafet li Reqayê îflas kir
کوردستان TV
100%

 

 

Êrîşa azad kirina bingeha dawî ya DIŞIê li Reqayê destpê kir.

Îro şervanên HSDê ku hevpeymaniya cîhanî jî bi êrîşên xwe yên asmanî piştgîrî dide wan, êrîşên xwe yên dawî yên bo ser terorîstên DIŞIê li Reqayê destpê kirin.

Ev êrîşa han bo ser bingeha dawî ya DIŞIê di demekê deye ku dohê jî zêdetir ji 280 terorîstên DIŞIê li gel hevjîn û zarokên xwe, xwe radestî hêzên HSDê kiribûn.

HSDê diyar kir ku hijmarek terorîstên DIŞIê di nava taxeke Raqayê de mane û naxwazên xwe radest bikin.

HSDê herwiha diyar kir ku ew terorîstên han piraniya wan biyanîne û ew êrîşa ku îro hatiye destpêkirin êrîşa dawiye bo kuştina wan terorîstên biyanî.

HSDê herwiha tekez kiriye ku di nava du anjî sê rojan de vê bajarê Reqayê bi temamî were azadkirin.

Nûçe

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.