Kerîm: Ciwanên kerkûkî li gel Pêşmerge re Kerkûkê biparêzin

Nicmedîn Kerîm jî kete nava dilxwazên li eniyê şer
کوردستان TV
100%

 

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi ciwanên kerkûkî ku ji bo êrîşa Heşda Şebî û artêşa Iraqê ketibûn amadebaşiyê civiya.

Necmedîn Kerîm ji bo lêv û tevgera şevê din a artêşa Iraq û Haşdî Şabî serdana enîyên Pêşmerge kir. Kerîm di axaftina xwe de got: “Hêzên Pêşmerge li eniyên xwe tedbîrên xwe zêde kirin.

Em bi serokên leşkerî re jî axivîn. Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd jî li Kerkûkê ne. Serokê Kurdistanê Mesût Barzanî bi telefonê rewşa dawî ya Kerkûkê pirsî û min jî ew agahdar kir.

Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: Kerkûkî mil dane Pêşmerge û hêzên ewlehî û amade ne Kerkûkê biparêzin.

Ti pirsgirêka me bi leşkerê Iraqê re tuneye. Hêvî dikim ev rewş asayî bibe, ji bo ku şer ji her kesî re zirar e. Ev der bajarê me û welatê me ye, hêzên li vir divê kêlî berî kêliyekê vekişin. Salek berê DIŞIê jî xwest aramiya Kerkûkê têk bide, lê hêzên Pêşmerge plana wan tek birin.” 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.