Saziyeke navnetewî xelata xwe dide parêzerekî Kurd

Parêzerekî Kurd xelateke cîhanî wergirt
کوردستان TV
100%

 

Parêzerê Kurd xelateke navneteweyî wergirt.

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzêr Ramazan Demir, layiqî xelata Yekîtiya Baroyan a Navneteweyî (IBA) hate dîtin.

Di daxuyaniya IBAyê de de ku ji malpera wan a fermî hate aşkerakirin de hat diyar kirin ku; Ramazan Demir wekî parêzerekî ku ji sala 2009an ve bi taybetî li herêmên kurdan parêzer û rojnamegerên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye diparêze û weha pê de çû: "Demir ji ber xebatên xwe yê hêja yên di warên mafên mirovî de, mixabin du caran bi tawanbarkirinan û zehmetiyan re rû bi rû ma.

Di sala 2016an de ji ber xebatên xwe yên bi TUADê re, bi çalakiyên terorî hat tawanbarkirin. Parêzeran gotin ji ber ku ew bawer dikin ku, Demir parêzerê serdestiya hiqûqê û mafên mirovî ye ew layiqî vê xelatê dîtine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.