Şandeyeke Amerîkî ji bo diyaloga Iraq û Kurdistanê gihişt Bexdayê

şandeke Amerîkî çû Bexdayê
کوردستان TV
100%

 

 Şêwirmendê berê Besam Huseyinî îro ragihand ku şandeyeke amerîkî gihişt Bexdayê daku rewşa Iraqê bi taybetî û ya herêmî bi giştî gotûbêj bike.

Li gorî nûçeyên medyaya iraqî, El Huseyinî gotiye, "şandeya amerîkî duh gihişt Bexdayê daku rewşa iraqê û ya herêmî gotûbêj bike" û destnîşan kir ku şande ji pisporên amerkî pêk tê daku çarenûsa Iqeyrana navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj bikin.

El Huseyinî wiha dewam kir: Ev jî di çarçoveya wan xebatan de ye daku nerîneke zelaltir li ser rewşa Iraqê û agahiyan derbarê siberoja Iraqê li Rojhilata Navîn û cîhanê de bidin navendên lêkolîn amerîkî yên jeopolîtîk.

Herwiha rewşa Îranê jî dê di nav mijarên gotûbêjkirinê de be ku tê pêşbînkirina Serokê Amerîkayê Donanld Trump derbarê wê de daxuyaniyekê bide.

Hêjayî gotinê ye ku ev şande ji pisporên siyasî yên navendên ramanê yên amerîkî pêk tê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.