Li Reqayê 22 terorîstên din yên DIŞIê hatin kuştin

li Reqayê 22 terorîstên DIŞIê hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

Şerê Reqayê ber bi dawî ve diçe lê hîn jî dijware.

Operasona kontrolkirina bajarê Reqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 22 terorîst hatin kuştin.

Di şerê çend seatên dawî de 22 terorîstên DIŞIê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin kuştin û 31 sivîl jî ji qada şer hatin rizgarkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li navenda bajar şer bê navber berdewam dike. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û çerxerêya Neîm de bi dijwarî şer didome. Di şer û pevçûnan de 22 terorîstên DIŞIê hatin kuştin, hejmarek mezin terorîst jî birîndar bûn û nava rojê li taxa Nehda û Berîdê 20 milîtanan xwe teslîmî şervanan kir.

Herwiha operasyona rizgarkirina sivîlan jî berdewam dike. Ekîbên taybet ên rizgarkirina sivîlan ji taxên navenda bajêr 31 sivîlên din jî rizgar kirin û di şerê ku li van deran qewimî de 2 şervan jiyana xwe ji dest dan.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.