Partiya çepger ya Katalonya daxwaza ragihandina serxwebûnê dike

partiyeke katalonî daxwaza ragihandina serxwebûnê dike
کوردستان TV
100%

 

Hevalbendê partiya desthilat ya Katalonyayê daxwaza ragihandina serxwebûnê dike.

Yek jî hevalbendên girîng yê rêberê Katalonya Carles Puigdemont, îro înê ji wî xwest ku serxwebûnê ragihîne û guh nede gefên hikûmeta Îspanî.

Partiya CUP ya çepger bang li Puigdemont kir ku bi zelalî serxwebûnê ragihîne û hemî daxwazên hikûmeta Madrîdê piştguh bike.

CUP di parlemana Katalonî ya 135 kursiyan de xwedîyê tenê 10 kursîyan e. Lê, hikûmeta kêmanî ya Puigdemont hewceyî dengên wê partiyê ye ku qanûnan derbaz bike û di dengdanên parlemanî de piranî wergire.

Puigdemont êvara Sêşemê ragihandineke sembolîk ya serxwebûnê kiribû, lê çend saniyê piştre ew yek cemidandibû û daxwaza danûstandinan ligel Madrîd kiribû.

Serokwezîrê Îspanî Mariano rajoy heta duşemê dem dabû Puigdemont ku helwesta xwe zelal bike û heta Pêncşemê jî nerîna xwe bigihere.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.