Wezareta pêşmerge derbarê daxistina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê diyar kir.
Fermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Mihemed Cemîl îro pêncşemê ragihand ku girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê duh bi şev, tedbîrek bû ji bo rê li ber xeterên li ser herêmê bigirin."
Cemîl di daxuyaniyekê de gotiye: Girtina rêya Hewlêr û Dihukê ber bi Mûsilê ve şevê din, gaveke bergiriyê ya Hêzên Pêşmege bû daku rê li ber her xetereke muhtemel were girtin."
Herwiha fermandarê pêşmerge diyar kir ku hêzên wan îro piştî nîvro dest bi vekirina rê kir û wiha dewam kir: Armanca wê ew bû ku amade bin ji rewşên lezgîn li dijî Kurdistanê.
Duh piştî Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê hişyar dabû ku amadekarî hene ku Heşda Şebî û Artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê bikin, Hêzên Pêşmergerêya navbera Herêma Kurdistanê û Mûsilê girtibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin