Çekdarên Şiî dibêjin em li benda fermana Ebadî ne

çekdarên heşda şebî dibêjin li benda fermana Ebadîne
کوردستان TV
100%

 

Berdevkê liwaya 40 ya Heşdê Şebî dibêje em li benda fermana Ebadî ne.

Berdevkê çekdarên ser bi lîwaya 40 ya Heşda Şebî Ebû Îzraîl eşkere kiriye ku çekdarên wan boku êrîşî ser Kerkûkê bikin li benda fermana Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadîne.

Ebû Îzraîl herwiha eşkere kiriye ku hefteya derbasbûyî li navçeya kesk ya Bexdayê Heyder Ebadî li gel Fermandarên heşda şebî û hêzên polîs yên Îraqê civiyaye û ji wan re gotiye lazime 5 hezar çekdar amade bikin daku li deverê werin bicîhkirin û amadekariyên êrîş kirine ser Kerkûkê bikin.

Îzraîl herwiha diyar kir ku niha ew hêzên han amadene û li benda fermana Ebadî ne daku êrîşî ser Kerkûkê bikin.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.