BBCyê Fermandara HSDê xist nav projeya 100 jinên 2017an

navê Fermandara HSDê kete nav lîsteya 100 jinên cîhanê
کوردستان TV
100%

 

Kanala BBCyê di çarçoveya projeya xwe ya "100 jin 2017"ê ku vê hefteyê behsa 100 jinî û serkeftinên wan dike de vîdyoyek li ser fermandara HSDê Rojda Felatê weşand.

BBCyê vîdyoya xwe bi sernavê "Jina ku bi sedan DIŞI kuştin" dest pê dike û wiha dewam dike: "Rojda Felat operasyona Xezeba Firatê ya li Reqayê bi rê ve dibe. Bi hezaran şervanên kurd, ereb û suryanî di vê operasyonê de beşdar in"

Felatê di vîdyoyê de behsa sedema beşdarbûna xwe di operasyonê de dike û wiha dibêje: "Sedema ku hişt ez fermandariya vê operasyonê bikim, rizgarkirina jinên şingalî û gelek jinên din ên di destê DIŞIê de ne."

Herwiha fermandara kurd destnîşan dike ku li eniyê şerî li pêş cih girtiye û hîn jî wiha ye.

Felatê behsa bandora çek û topan li ser şervanan dike bê çawa bi demê re xwe ji tirsa xwe xelas dikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.