Amerîka ji UNESCOyê vedikişe

amerîka xwe ji saziyeke girîng vedikêşe
کوردستان TV
100%

 

Rayedarên Amerîkî bi rêya Associated Pressê (AP) ragihandin ku piştî lihevnekirina mijara Filîstînê biryar dan ku ji endamtiya UNESCOyê vekişin.

Li gori ajansa nûçeyan Associated Pressê (AP) ku ew jî xwe dispêre rayedarekî Amerîkî, Amerîkayê biryar da ku ji lîsteya rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Çand û Perwerdehiyê (UNESCO) vekişiya. Di pejirandina vê biryarê de helwesta Îsraîlê jî têsîr li Amerîkayê kiriye. Ev vekişîn dê serê sala 2018an têkeve meriyetê.

UNESCOyê sala 2011an dema ku endamtiya esil ya Filîstînê qebûl kiribû DYAye mehaneya xwe nedabû û bi tevahî deynê wê gihabû 500 milyon dolarî. UNESCOyê vekişîna Amerîkayê ji bo malbata Neteweyên Yekbûyî (NY) wendahiyeke mezin hesiband. Dîrektorê giştî yê UNESCOyê ragihand ku ew ji ber vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê xemgîn e.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.