Li Vîetnamê lehî rabû 37 kesan jiyana xwe ji dest da

di encama lehiyê de 37 kesan canê xwe ji dest da
کوردستان TV
100%

 

 

Rêvebiriya Saziya karesatê ya Vîetnam di daxuyaniya xwe de diyar kirin ji ber sedema şimitandina axê û rabûna lehiyê 21 kes birîndar bûne, ji hezarî zêdetir avahî hilweşiyane 16 hezar û 740 mal di bin avê de mane. Di herêma Ninh Binh de 200 hezar kes hatin derxistin.

Herwaha hat diyar kirin erkdarên rizgar kirinê xebatên xwe yên li herêmên ku rastî karesatê hatine didomînin.

Rayedaran ji ber zêdebûna bager û barîna di van rojan de hişyarî dan. Li bakûrê welat di meha Tebaxê de ji ber hatina lehiyan herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Vîetnamê her sal ji ber bager û lehiyê bi seden mirov jiyana xwe ji dest didin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.