Ev pira han bi hevbeşiya Tirkiye û Kurdistanê hatiye çêkirin.
Pira herî mezin yaku bi hevbeşiya navbera Tirkiye û Kurdistanê hatiye çêkirin vê di pêşerojê de were vekirin.
Di vê derbarê de birêveberê odeya bazirganî û pîşesaziya parêzgeha Dihukê Eyad Hesen diyar kir ku ew pira han yaku pira herî mezine li deverê de li nêzî deriya sînor ya Îbrahîm Xelîlê bi hevbeşiya Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye çekirin.
Eyad Hesen diyar kir ku tê payîn ev pira han yaku bo karûbarên bazirganî û abûrî hatiye çêkirin di pêşerojeke nêz de were vekirin.
Hesen herwiha diyar kir ku dema têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê hatin normalkirin vê ew pira han jî were vekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin