Pêşmerge ji ti hêzeke din re nabêje kerem bike

Pêşmerge rê nade ti hêzek were Kerkûkê
کوردستان TV
100%

 

Ji bo derbasbûn bo nava Kerkûkê pêşmerge ji ti hêzeke din re nabêje kerem bike.

Endamên civata parêzgeha Kerkûkê Muhemed Kemal Salih derbarê biryar û gefên aliyên Îraqî yên li Bexdayê derbarê Kerkûkê de got: Gelek kartên mezin di destê me de hene û em amadene ew kartên han li dijî her biryarekî ku derbarê parêzgeha me de tê stendin bikar bînin.

Muhemed Kemal Salih herwiha diyar kir ku niha parlementoya Îraqê ti şerêyeteke xwe nemaye û bi temamî ketiye destê hin aliyê şoven û bi destê wan aliyên şoven yên li Bexdayê tê îdarekirin lewre biryarên ku li vê parlementoyê bine stendin ti rewatiyeke wan tuneye.

Salih derbarê biryar û gefên parlementoya Îraqê yên derbarê qut kirina mûçeya karmendên li parêzgeha Kerkûkê jî got: Ew karmend kar kirine û hikûmet jî neçare mûçeyên wan bide, hikûmet xêrê ji wan re nake, belku ew kar kirine û mafê wane ku mûçeyên xwe jî bistînin.

Derbarê şandina hêzên leşkerî bo Kerkûkê jî nav hatî diyar kir ku niha Kerkûk û derdorê Kerkûkê di destê hêzên pêşmerge deye û ji aliyê hêzên pêşmerge ve tê parastin û hêzên pêşmerge jî ne polîsê tirafîkiye ku ji her hêzeke din yaku bixwaze bikeve nava Kerkûkê destê xwe bilind bike û bêje kerem bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.