Şandina polîsên Îraqê bo Kerkûkê ne asane

Kerkûk biryara xwe daye û ji Îraqê cuda bûye
کوردستان TV
100%

 

Berpirsê PDKê dibêje şandina polîsên Îraqê bo Kerkûkê ne ewqas asane.

Ew çend roje hin aliyên Tirkiman û erebên şiî yên li Kerkûkê dest bi lêv û tevgeran kiriye daku Bexda razî bikin ku polîsê Îtîhadî bişîne Kerkûkê lê Kurd ew yek bi pêngaveke bê fêde û têkçûyî wesif dikin.

Di vê derbarê de berpirsê şaxê 3 ya PDKê a Kerkûkê Mihemed Xorşîd diyar kir ku Kerkûk referandum kiriye û biryara xwe daye û Kerkûk û şêniyên Kerkûkê dixwazin ku hêzên pêşmerge wan biparêzin.

Mihemed Xorşîd herwiha diyar kir ku piştî lidar xistina referandumê û diyar bûna îrade û biryarê şêniyên Kerkûkê her cure hewldanek bo vegerandina Kerkûkê bo rewşa beriya referandumê vê bê encam be.

Xorşîd di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Şandina hêzên polîs yên Îtîhadî ji Bexdayê ve bo Kerkûkê karekî ne ewqas asane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.