Nocêfî: Kêşeyên Sune û Şiî gelek mezintirin

kêşeyên gelek zêde di navbera şiî û suneyên Îraqê de hene
کوردستان TV
100%

 

Cîgirê Serokkomarê Îraqê dibêje kêşeyên navbera Şiî û Suneyan gelek mezintir ji kêşeya serxwebûna Kurdistanê ne.

Cîgirê Serokkomarê Îraqê Osame Nocêfî diyar kir ku niha li Îraqê rewş gelek aloze û di navbera Sune û Şîiyên Îraqê de kêşeyên gelek mezin û aloz hene.

Nocêfî herwiha diyar kir ku niha kêşeyên di navbera Şîi û suneyên Îraqê gelek mezintir û aloztirin ji kêşeyên Îraqiyan yên derbarê serxwebûna Kurdistanê de.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku raste li hin deverên ku nakokî li ser wan hene di navbera sune û Kurd de kêşe hene lêbelê îradeya çareserî û jihev fêmkirinê ya Kurd û suneyan gelek bihêze û ew kêşeyên han bi asanî tên çareserkirin.

Nocêfî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku nabe suneyên Îraqê jibîr bikin ku di dema şerê DIŞIê de Bexda rê neda kesûkarên me biçin Bexdayê û xwe rizgar bikin lê Kurd deriyên xwe vekirin û hevkariya kesûkarên me kir.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.