The Guardian: Hewlêrê xwe kir Kurdî

rojnameyeke Berîtanî tiştên girîng derbarê Hewlêrê nivîsand
کوردستان TV
100%

 

Rojanmeya The Guardian babetek derbarê bajarê Hewlêrê de weşand.

"Pêdiviya her neteweyekê bi paytextekê heye... Hewlêrê xwe kir kurdî"... The Guardianê bi vî sernavî derbarê guhertinên di kolan û avahîsaziya Hewlêrê û kelepora wî ya dîrokî de nivîsek weşand.

Rojnameya brîtanî di raporta xwe de wiha nivîsî: "Ji dema ku Sedam Hisên ket anku ji sala 2003an ve, nasnameyeke nû dest pê kir ku destê xwe deyne ser qadên giştî yê bajarî. Ew nasname jî ya kurdî ye."

Di berdewamiya raportê de behsa Keleha Hewlêrê hat kirin û wiha hat gotin: "Ji sala 2006an ve, desthilata kurdî lê dixebite ku keleha Hewlêrê ya kevnar restore bike ku di serdema Sedam Hisênî de gelekî hatibû ihmalkirin. Herwiha xaniyê ruxandî tên veavakirin û bajar ji şûna destên kesên dest danîbûn ser tê pakkirin û hemû nîşanên ji serdema dîktatorê berê mane jî tên rakirin ku kurd bi kêfxweşî dixwazin şûnên wî ji bajarî rakin."

Herwiha alaya Kurdistanê ya mezin ya li ser Keleha Hewlêrê jî yek ji nîşan û sembolên ku nivîsa behsa wan dike.

Nivîs wiha dewam dike: "Li navendek li seransera rêya sereke ya ku ji gireke navendî ya bajarî dest pê dike heye ku arşîveke muzîkê, pêşangeheke cil û bergên kurdî û muzexaneyeke tevnên kurdî lê heye."

Rojname destnîşan dike ku xebatên ji bo dana nasnameya kurdî bo Hewlêrê serkeftî ne û wiha dibêje: "Xebat serkeftî ne ji ber êdî bi awayekî sabit bûye paytexta kurdê iraqî û bûye navendeke siyasî û aborî ya serdest ji 35 milyon kurdan re ku di navbera Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de belav bûne."

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.