Mesrûr Barzanî: Cudatî bi gef û tundûtîjiyan nayên çareser kirin

Mesrûr Barzanî: Kêşe bi gef û tundûtîjiyan nayên çareserkirin
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel balyozê Almanya yê li Îraqê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cereal Nan û şandeke pê re kir û di civînê de behsa pêşhatên siyasî, leşkerî û herwiha karwedanên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de balyozê Almanyayê Careal Nan diyar kir ku armanca wan ji serdana han bo Kurdistanê hewldan e bo destpê kirina giftûgoyekî vekirî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha kêm kirina aloziyên heyî yên di navbera wan her du aliyan deye.

Di derbarê helwest û karwedanên ragihandî yên Bexdayê ên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: Cudatî bi gef û tundûtîjî nayên çareserkirin û lazime Bexda dawî bi tedbîr û biryarên zêdegavî yên li dijî Kurdistanê bîne.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku lazime civata cîhanî û navnetewî alîkar be daku Bexda dest bi diyaloga vekirî li gel Hewlêrê bike.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan pêşwaziya her cure hewldaneke navnetewî bo dabîn kirina aştî û aramiya zêdetir li deverê de dike.

Ji aliyê xwe ve jî Careal Nan hevdem li gel bilind nirxandina rola hêzên pêşmerge bo têkbirina terorîstên DIŞIê, parastina aramî û ewlekariya deverê, amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina Bexda û Hewlêrê bo ava kirina bingeheke hevbeş ji bo jihev fêmkirin li ser kêşeyên hevbeş diyar kir û anî ziman ku aramiya Kurdistanê cêyê girîngîdanê ye bo Almanyayê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.