Welatên Erebî li ser damezrandina herêma sune razîne

welatên erebî piştgîrî li damezrandina herêma sune dikin
کوردستان TV
100%

 

Serkirdeyekî erebên sune dibêje piraniya welatên Erebî li ser damezrandina herêma sune razîne.

Serkirdeyê erebên sune Nacîh Elmîzan diyar kir ku Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî bi pêşkêş nekirina daxwaza suneyan bo damezrandina herêma sune bo komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê destûra bingehîn ya Îraqê binpê kir.

Nacîh Elmîzanî diyar kir ku ji sala 2003an ve heta niha hikûmeta Îraqê zilmê li erebên sune dike û tevahiya mafên wan binpê dike.

Elmîzan herwiha diyar kir ku hikûmeta Îraqê bi çarenivîsa erebên sune dilîze jiber ku hikûmetek ku nikare welatiyên xwe biparêze wateya vê ewe ku ew wan welatiyan naxwaze, bo mînak dema DIŞI êrîş kir hikûmeta Malikî xiyanet li erebên sune kir û erebên sune li parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê radestî terorîstên DIŞIê kir.

Derbarê damezrandina herêma suneyan li Îraqê jî Elmîzan diyar kir ku piraniya welatên erebî piştgîriya damezrandina herêma sune li Îraqê dikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.