Îlham Ehmed: Em li gel vîn û biryara Başûrê Kurdistanê ne

TEV DEM dibêje li gel biryara gelê Kurdistanê ye
کوردستان TV
100%

 

 Hevseroka Meclîsaa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ku di heman demê serkirdeya TEV-DEMê ye, got ew piştgiriya biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê cuda ye, ew federalî dixwazin.

Giştpirsî qonaxek yan gavek bû li Herêma Kurdistanê lê bandorê li ser hestên Kurdan li perçeyên din yên Kurdistanê jî kir.

Dîmenên piştgîrîkirina giştpirsiya serwebûna Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê bala piraniya ajansên cîhanê yên nûçeyan kişand.

Helwesta serkirdeyên Rojava ji helwest û biryara gelê Herêma Kurdistanê ne cudatir e lê pirs û stratîjî ji her perçeyekî Kurdistanê ji perçeyê din cudatir dibînin.

Hevseroka Encûmena Damezrêner ya Dîstema Federalîzma Bakurê Sûriyê Îlham Ehmed derbarê serxwebûna Kurdistanê de dibêje, serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê ligel biryara gelê Kurdistanê ne, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê cudatir e û ew tenê dixwazin sîstema federalîzmê bicî bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.