Bajarvana Barselona dijî serxwebûna Katalonya ye

bajarvana Bercelona dijî serxwebûnê ye
کوردستان TV
100%

 

 

Bajarvana Barselona Ada Colau ragihand ku dijî serxwebûna Katalonya ye û diyar kir ku ger gaveke wisa were avêtin, dibe ku yekîtîya civakê bikekeve xeterê’’

Colau da zanîn ku wateya encamên referanduma 1’ê Cotmehê ne pejirandina ragihandina sexwebûnê ye, lê ew dikare zemînekê bo dîyalog û navbeynkariya navneteweyî çêke.

Bajarvana Barselona bang li Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy kir ku polîsên ku şandine Katalonya ji herêmê vekişîne. Wê diyar ki ku divê desthilata saziyên îdarî yên Katalonya ji dest neyên sitandin’’ û got ku ji dêvla gurkirina krîzê divê herdu alî ber bi hevdu gavên nêzîkbûnê biavêjin.

Li ber e ku Serokê Rêvebiriya Xweser ya Katalonya îro Sêşemê li parlamentoya Katalonya serxwebûnê ragihîne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.