Li navçeyeke Kurdistanê amûreke dirûtinê ya 7500 salî hat dîtin

Li Bakûrê Kurdistanê amûrên dirûtinê yên beriya 7500 salan hatin dîtin
کوردستان TV
100%

 

Hinek lêkolînerên kavilên dîrokî amûreke dirûtinê ku vedigere 7500 salî li navçeya Pazarcixa kurdî ya Mereşê keşif kir.

Serokê tîma vekolînan li girê Domuztepeta Pazarcixê Halil Tekin ragihand ku wan amûreke dantelan dîtiye ku dişibe pênûseke biniçik û li gorî agahiyan ji bo dîzayina çerman û dirûtina wan dihat bikaranîn. Bi wê amûrê pêşî çerm dihatin kunkirin berî ku bên dirtûtin

Tekinî destnîşan kir ku ew amûr ji hestiyan hatiye çêkirin û vedigere serdema kevirî anku tê texmînkirin kevnariya wê bi qasî 7500 salî be.

Li gorî Tekinî, ev amûr destnîşan dike ku niştîcihên wê demê sûd ji çermên ajalan werdigirt.

Dîrok

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.