Serok Barzanî û Ramon Blecua civiyan

Serok Barzanî: Em bo diyalogê amadene
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê pêşwaziya balyozê YEê yê li Îraqê kir.

Îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya balyozê nû  yê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Ramon Blecua û şandeke pê re kir ku ji her yek ji berpirsê beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa yê YEê û berpirsê nivîsgeha YEê yê li Kurdistanê pêk hatibû.

Di destpêka civînê de balyozê nû yê YEê kêfxweşiya xwe ya li hember vê yekê diyar kir ku kariye di destpêka destbikar kirina xwe ya li Îraqê de serdana Kurdistanê bike û li gel Serok Barzanî bicive.

Ramon Blecua herwiha jiber hevkarî kirina koçber û penaberên deverên din spasiya Kurdistanê kir û helwesta hikûmeta Kurdistanê ya bo domandina hevkarî û hemahengiya navbera ajans û dezgehên ser bi YEê bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî û Blecua nêrînên xwe yên derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên Îraqê û karwedanên li ser referanduma Kurdistanê lihev veguhastin û Ramon amadeyiya YEê bo vê yekê diyar kir ku dikare di çarçoveya hewldanên navnetewî de bo navbeyinkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke girîng bilîze û got: Em dixwazin ew qirîza ku niha li holê deye bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Li hember de jî Serok Barzanî bixêr hatina şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê ji balyozê nû yê YEê re xwest.

Derbarê hewldanên navnetewî de jî yên bo diyalogê di navbera Bexda û Hewlêrê de Serok Barzanî got: Me beriya lidar xistina referandumê jî gotibû ku piştî lidar xistina referandumê amadene bo giftûgoyên vekirî û niha jî Kurdistanê amadeye bo diyalog li gor bernameyeke vekirî bêyî ti mercek lê emê dem jî bidin bo diyalog û giftûgoyan.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.