Çekdarên rejîmê zêdetir ji 80 welatî Kurd binçav kirin

çekdarên ser bi artêşa Sûriyayê welatiyên Kurd digirin
کوردستان TV
100%

 

Li ser rêya navbera Efrîn û Helebê de zêdetir ji 80 welatiyên Kurd hatin girtin.

Li gor jêderên herêmî ew çend roje hijmarek çekdarên ser bi rejîma Beşar Esed li sere rêya navbera Efrîn û Helebê zextên xwe yên bo ser welatiyên Kurd zêdetir kirine.

Jêderên herêmî ji Efrînê diyar kirin ku di nava du rojên derbasbûyî de ew çekdarên ser bi artêşa rejîma Beşar Esed zêdetir ji 80 welatiyên Kurd di dema ku ji Helebê dixwestin biçin Efrînê binçav kirine.

Jêderên han dibêjin ku piraniya wan welatiyên Kurd yên ku hatine girtin bazirgan, xwendekar û welatiyên medenî ne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.