Puigdemont: Em dev ji serxwebûnê bernadin

Serok Katalonyayê dibêje em dev ji serxwebûna xwe ber nadin
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Katalonya Carles Puigdemont diyar kir ku ew dê dev ji planên serxwebûnê bernedin.

Serokê Herêma Xwesera Katalonya Carles Puigdemont ji kanaleke Katalonya re axivî. Puigdemont, dazanîn ku ragihandina serxwebûnê di qanûna referandumê de heye û ew ê li gor qanûnê tevbigerin. Qanûna referandumê di parlamentoya herêmî de hatibû pejirandin, lê Dadgeha Qanûna Bingehîn ew red kiribû. Tê çaverêkirin Puigdemont, sibê di axaftina xwe ya li parlamentoya Katalonyayê de serxwebûnê ragihîne.

Li aliyê din Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy diyar kir ku dê Îspanya parçe nebe û ewê yekîtiya neteweyî biparêzin. Rajoy da zanîn ku ger cûdaxwaz heta dev ji ragihandina serxwebûnê bernedin ew ê bi ti awayî diyalog çênebe.

Di referanduma 1’ê Cotmehê de rêjeya beşdariyê li 43 ji sedî mabû û 90 ji sedê beşdaran bo serxwebûnê deng dabû. Puigdemont piştî referandumê diyar kiribû ku Katalonya mafê serxwebûnê bi dest xistiye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.