Tirkiyê li ser girê Şêx Berekata Efrînê baregeheke leşkerî ava dike

Tirkiye li nêzî Efrînê navendeke leşkerî ava dike
کوردستان TV
100%

 

 

Biryare Tirkiye li ser girê Şêx Berekata Efrînê baregeheke leşkerî ava bike.

Li gor rêkeftina navçeyên aram di navbera Tirkiye, Rûsya de, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê berîdu rojan dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê kirin.

Li gor hin jêderên opozîsyona Sûriyê jî, duh hin otombîlên leşkerî yên Tirkiyê derbazî parêzgeha Idlibê bûn û li gundê Etmê yê ku dikeve başûrê rojavayê Efrînê ligel grûpên çekdar civiyan.

Li gor şopîneran, armancên sereke ya avakirina baregeha leşkerî ya Tirkiyê, dorpêçkirina Efrînê û pêşî girtina li korîdora di navbera herêma Kobanê û Efrînê de ne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawiyê de diyar kir ku, ew bi ti awayî destûrê nadin korîdorek bê vekirin û ew destûrê nadin Kobanêyeke din.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.