Nêçîrvan Barzanî : Em amadene bo normal kirina têkiliyan hewlên zêdetir bidin

Nêçîrvan Barzanî dibêje vê bo normal kirina têkilêyên xwe hewlên zêdetir bidin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna xwe ya ligel Ywekgirtû û Tevgera Goranê ragihand, ku ew amade ne ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê hemû hewlan bidin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê jî herwisa got: Divê Ebadî jî fêm bike ku mijara referandumê mijareke navxweyî ya Iraqê ye, ne ya derve ye.

Îro li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê di navbera PDK, Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Goranê de civînek hat lidarxistin.

piştî civînê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Kurdistanê de got: Em amade ne ji bo asayîkirina peywendiyên xwe yên ligel Tirkiyeyê hemû hewldanan bidin.

Serokwezîrê Kurdistanê di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên ji ber referanduma serxwebûnê jî got: "Helwesta me zelal e, em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî merc daxwaza destpêkirina guftûgoyên li gel Bexdayê dikin."

Barzanî li ser mijarê wisa axivî: Divê Ebadî jî vê yekê fêm bike ku mijara referandumê mijareke navxweyî ya Iraqê ye, ne ya derve ye. Iraq hawara xwe dibe cem welatên cîran da ku li hember Kurdistanê astengiyan çêbikin, ev yek di berjewendiya ti kesan de nîne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.