Şêx Ehmed: Mizgîniya rizgarkirina tevahiya Reqayê nêz e

HSDê dibêje azad kirina Reqayê gelek nêz bûye
کوردستان TV
100%

 

Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got:”QSD`ê wê di van rojan de, mizgîniya rizgarkirina tevahiya Reqayê ji çeteyên DIŞIê raghîne”.

Cîhan Şêx Ehmed li ser malpera QSD`ê daxuyaniyek da û da zanîn ku şervanên wan heta niha %85 ji bajarê Reqayê rizgar kirine.

Cîhan soz da gel Sûriyê ku QSD`ê wê di çend rojên nêz de, mizgîniya rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji çeteynê DIŞIê piştî rizgarkirina çend taxên mayî û paqijkirina bajar ji mayînan, raghîne.

Ji aliyekî din ve jî, fermandarekî QSD`ê ji ajansa Rûteres re raghandiye ku êrîşa dawî li ser çeteyên DIŞI`ê li Reqayê, wê îşev werê destpêkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.