Îro cenazeyê Mam Celal bi rêya balefirgeha Silêmanî gehêşte Kurdistanê.
Piştî ku li nexweşxaneyeke Almanî koça dawî kir, îro cenazeyê Serokkomarê berê yê Îraqê û Sekreterê giştî yê YNKê rehmetî Mam Celal bi rêya balefirgeha Silêmanî gehêşte Kurdistanê.
Li balefirgeha Silêmanî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê, wezîrê derve yê Îranê, hijmarek ji nunerên aliyên siyasî yên Îraqê, diplomat û nunerên welatên biyanî yên li Kurdistan û Îraqê û herwiha Serok û Serkirdeyên part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê pêşwaziya cenazeyê Mam Celal kirin.
Piştî merasimeke fermî û danîna deste gulan li ser cenazeyê Mam Celal, cenaze bo mizgefta mezin ya Silêmanî hat veguhastin û piştî nivêja miriyan jî cenaze li goristana Debaşan ya li Silêmanî hate veşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin