Berdevkê Pêşmerge bi tundî bersiva Ebadî da

Peyvdarê pêşmerge bersifeke dijwar da Ebadî
کوردستان TV
100%

 

 Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet bi tundî bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû ‘divê e hêzên Pêşmerge di bin fermandariya hêzên federal de bin.'

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji medya Iraqî re axivî û rexneyên tund li Serokwezîr Heyder Ebadî kirin. Ebadî li Parîsa paytexta Fransayê gotibû ‘divê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, radestî hêzên Iraqî bên kirin û hêzên Pêşmerge bibin beşêk ji sîstema berevaniya Iraqê.'

Hikmet di bersivdayîna Ebadî de got: "Heya niha ti alîkariyeke serbazî ji Iraqê negihiştiye hêzên Pêşmerge û ev herêmên ku daxwaz dikin bi xwîna şehîdên Pêşmerge hatiye kontrolkirin."

Berdevkê Pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heger Ebadî hêzên Pêşmerge wek beşekî ji sîstema berevaniya Iraqê dibîne, naxwe çima dixwaze ew navçe radestî hêzeke din bê kirin?"

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.