Ji Palementera HDPê Çelik re 6 sal ceza hate birîn

hikûmeta Tirkiyeyê ceza kirina parlementerên Kurd didomîne
کوردستان TV
100%

 

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê ya halê hazir girtî Burcu Çelik, bi hêncata ku alikarî û propagandaya rêxistinê kiriye 6 sal ceza hate birîn.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bucu Çelik di mehkemê de ji ber sûcê ‘endamtiya rêxistinê' beraat kir lê ji ber iddiaya ku ‘alikarî û propagandaya rêxistinê' kiriye 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Parlementer Çelik dibeje ku, tevlîbûna wê a li merasîmên cenazêyan jî weke unsûrên sûcî hatine qebûlkirin. Piştî xwendina îddianameyê derbasî parastinê bûn. Parêzaran di parastina xwe de xwestin ku ev sûc û tawan di çarçoveya ‘parêzbendiya kursî' de bêne nirxandin û berata muwekîla xwe xwestin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.