NY çekdarên Heşda Şebî xiste nava lîsteya şermê

NY navê çekdarên heşda şebî xiste nav lîsteya şermê de
کوردستان TV
100%

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal derbarê kiryar û binpêkirinên li dijî zarokan yên di rewşa şer de raporekê belav dike. Di nava raporê de bi navê Lîsteya Şermezariyê lîsteyek jî heye. NY îsal Haşdî Şabî jî tevlî vê lîsteyê kir. Di lîsteyê de navê dewlet, alî û rêxistinên ku mafên zarokan binpê dikin, an jî di şer de wan bikar tînin cî digrin.

NY di rapora xwe ya ku her sal belav dike de balê dikşîne, ser binpêkirinên mafên zarokên di rewşa şer de. Rapor ji aliyê Nivîsgeha Sekreteriya NY hatiye aade kirin. Salên derbasbûyî li Iraqê tenê navê Daîşê di vê lîsteyê de cî digirt. Lê îsal navê Haşdî Şabî jî kete nav lîsteyê. Di raporê de tê gotin ku, di şer de diyarkirina îstîsmar kirin û bikaranîna zarokan a ji aliyê Haşdî Şaibî ve zêdetir dibe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.